Êrişa li ser Başûrê Kurdistanê: 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Bi drone û fuzeyan êrîşî hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Di encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 45 jî birîndar bûn.

Êrîşên komên çekdar ên nêzî Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de doh bi şev gelek caran êrîşî Herêma Kurdistanê hate kirin.

Li gorî ajansa Rojnewsê, serê sibehê bi fuze û droneyan êrîşî baregeha tabura 7 a hêzên 80’ê ya hêza Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Êrîş li sînorê Xelîfanê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat.

Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 45 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyê.