Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

Li Binarê Qendîlê bi sedan kes beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur kirin û bi pêxistina mûman Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Di saetên êvarî de bi pêşengtiya dayîkên şehîdan, gelê ku ji bo pîrozgahiya Newrozê berê xwe dabûn Qendîlê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur kirin û şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Li Şehîdgehê mûm hatin pêxistin û piştî deqeyek rêzgirtinê dirûşma ‘Şehîd Namirin’ qîr kirin.

Weke kevneşopiyekê di pîrozahiya Newrozê de welatî berê xwe didin ser goristana şehîdan û şehîdên xwe bibîr tînin. Ji çar beşên Kurdistanê bi taybet dayîkên şehîdan berê xwe didin Qendîlê.

Di bîranînê de dayîka sê şehîdan axivî û di serî de Cejna Newrozê li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz kir.

Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.