PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir û got, “Ev roj divê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, aştiya mayînde û bextewariya gelê me.”

Daxuyaniya PÎK’ê bi vî rengî ye:

“Em cejna Newroza Netewî sembola serhildanan, Mazlûman a li dijî zaliman û dîktatoran, bitaybetî li gelên Kurdistanê û hemû gelên mazlumên cîhanê pîroz dikin.

Çawa ku Kawayê Hesinkar, serhildana wî ya li dijî qralê zalim Dehaq ku 21’ê Adarê bû sembola serhildana mazluman a li dijî zaliman, îro jî gelê Kurd ji bo azadî û sexwebûna Kurdistanê li dijî diktatorên esrê têkoşîn û berxwedaneke bi rûmet dimeşînin.

Newroz ji bo me Kurdan ne tenê cejnek e, lê belê destpêka salek nû, hêviyên mezin û têkoşîna azadiyê ye. Ev roj divê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, aştiya mayînde û bextewariya gelê me.

Em hêvîdar in gelê Kurd li hemû deverên Kurdistanê li dijî dagirkeran bi têgihiştineke netewî, serbilindî û serfirazî serkevin.

Daxwaziya me cejna Newroza sala 2026’a ji bo hemû gelên heremê û gelên bindest bibe wesîleya aştî û wekheviyê.

Bi taybetî ji bo gelê me yê mazlum bibe wesileya yekîtiyê û azadiyê.

Hêvîdar in cejna Newroza Netewî ya îsal ji bo gelê Kurd bibe wesîleya aştiyê.”