Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku ji bo Newroza Amedê ya 21’ê Adarê amadekarî temam bûne. Tê payîn ku peyama Rêber Apo bê xwendin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku ji bo Newroza Amedê ya 21’ê Adarê amadekarî temam bûne. Tê payîn ku peyama Rêber Apo bê xwendin.
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku wê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû.
Hat ragihandin ku ji bo Newrozê nêzî 400 nûnerên weşana çapemeniyê ya neteweyî û navneteweyî, akredîte bûne.
Bernameya Newroza Amedê wiha ye:
* Li gel partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked-pîşeyê, saziyên Elewiyan û rêxistinên jinan; ji welatên mîna Fransa, Elmanya, Swêd, Katalonya, Misir, Hindistanê jî mêhvan û ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û partiyan rayedarên payebilind wê beşdar bibin
* Di beşa protokolê de, ji salên berê cuda wê tenê kesên vexwendî û mêhvanên ji bajarên din û dervey welêt beşdar bibin. Tê payîn ku ji bajarên herêmê û rojava gelek kes jî ji bo Newrozê bên Amedê.
* Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo ewlehiyê 600 kes wezîfedar kiriye.
* Tevlîbûna şahiyê wê siharê saet 10.00’an destpê bike. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî, Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana baxivin. Wê peyamên girtiyên siyasî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî bên xwendin. Her wiha tê payîn ku peyama Abdullah Ocalan jî bi Kurdî û Tirkî were xwendin.
* Li aliyê din, Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder jî wê bi sînevîzyoneke kurt were bîranîn.
* Di şahiya li Amedê de wê Dîlan Top û Erkan Top, Alend Hazim, Agirê Jiyan û Zinar Sozdar derkevin ser dikê.