Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

Newroz wê îsal herî kêm li 53 navendan bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bê pîrozkirin. Stran û klîba Newrozê hate nasandin.

Li Amedê bi daxuyaniyekê strana Newrozê hate nasandin.

Strana bi navê "Newroza Serfiraziyê" bi zaravayên cuda yên Kurdî hate amadekirin. Gotinên stranê jî yên Heval Dilbahar e.

Kurmancî

Dest û zendên xwe badane

Agirekî sor dadane

(Ala azad’yê hildane)

Govenda xwe digerînin

Roja me hemû kurdan e

 

Newroz roja rizgariyê

Xeml û rewşa azadiyê

Li çar milên Kurdistanê

(Li her çar milên cîhanê)

Nîşana serfiraziyê

 

Newrozê tu xweş Newroz î

Tu ji bo me soz û doz î

Li ber bahoz û tofanan

(Agirê te gur û geş e)

Stargeha me ya pîroz î

 

Ruhê me yê neteweyî

Bi hezaran salan heyî

Heta ku yek ji me hebe

Tu her taca serê me yî

(Tu her agrê dilê me yî)

 

Çiya bi te serbilind in

Gund û bajar bi te rind in

Tu yî giyanê me kurdan 

Em hene û dê her hebin

 

Newrozê tu xweş Newroz î

Tu ji bo me soz û doz î

Li ber bahoz û tofanan

(Agirê te gur û geş e)

Stargeha me ya ypîroz î

 

Kirmanckî (Zazakî)

Newroz ti çi weş Newroz î

Ti seba ma soz û doz î

Verba tîpî û tofonan

(Adirê to girr û xidar o)

Setara ma ya bimbarek î

 

Soranî

Newroz tu xoş Newroz î

Tu bo ême soz û doz î

Le ber bahoz û tofanan

(Agirit gurr û geş e)

Boman penagey pîroz î

 

Kelhûrî

Newrûzegem xweş Newrûz î

Ti hem peyman hemîş sûz î 

Le niway her wahêllanê

(Agireged germ û gurr e)

Penagay berz û pîrûz î

 

Hewramî

Newroz to weş newroznî

Pey ême soz û doznî

Werû bahoz û demeyne

Killpew ayirî geşîtne

Peyma dalde û pîroznî