Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin
Di saetên şevê de Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bû hedefa dronên xwekuj yên Îranê. Êrîş ji aliyê sîstema parastinê ve hate astengkirin.
Di saetên şevê de Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bû hedefa dronên xwekuj yên Îranê. Êrîş ji aliyê sîstema parastinê ve hate astengkirin.
Her diçe şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de dijwar dibe.
Hate ragihandin ku Îranê bi dronên xwekuj êriş bire ser Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê.
Hate ragihandin bi qasî 7 caran Îranê bi dronan êriş pêk aniye.
Êriş ji aliyê sîstema parastinê ve hate têkbirin.
Dengê têkbirina dronan li seranserî Hewlêr hate bihîstin.