Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

25 qemyonên alîkariyê ber bi Kobanê ve bi rê ketin

25 qemyonên alîkariyê yên ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê ve hatî komkirin, ber bi Kobanê ve bi rê ketin.

25 qemyonên alîkariyê ku bi pêşengiya Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê di çarçoveya “Kampanya Alîkariyê Ji Bo Kobanê” hatibû destpêkirinku hatin barkirin û ji bo gihandina Kobanê ji Amedê bi rê ket. Di nav alîkariyê de av, paç û şîrê pitikan, berhemên paqijiya jinan, betanî, alavên germkirinê, nivîn û pêdiviyên xwarinê hebûn.

Hevberdevkê Platformê Mahsum Çiya Korkmaz der barê alîkariyên ku li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê hatin komkirin de axivî û diyar kir ku zarok, jin, kal û pîrên li Rojava di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyên cidî dikişînin. Korkmaz, diyar kir ku di roja duyemîn a kampanyayê de 25 qemyon hatine amadekirin û ew alîkarî wê ji gelê Kobanê re werin şandin.

Piştî daxuyaniyê, qemyonên alîkariyê ber bi Kobanê ve bi rê ketin.