Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya Rojava bi girseyî meşiya
Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xist û ji dagirkeran re gotin “Kurdistan nakeve lê dê dîrokeke serkeftinê tomar bike.”
Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xist û ji dagirkeran re gotin “Kurdistan nakeve lê dê dîrokeke serkeftinê tomar bike.”
Îro li sûka navçeya Derbendîxan ya parêzgeha Silêmaniyê meşek ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û li dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk li ser Rojava hate lidarxistin.
Jin, kal û pîr, mamoste û karmend, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvan beşdarî meşê bûn û bi berdewamî dirûşmeyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qêriyan.