Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Mesrûr Barzanî derbarê peymana QSD-ŞAM’ê de daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û QSD’ê de berfirehtir bibe û bibe wesîleya azadî û pêşveçûnekî zêdetir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de peymanê bi kêfxweşî pêşwazî kir û wiha got, “Em hêvî dikin ku ev peyman were berfirehtirkirin, ji bo tevahî Sûriye û bi taybet herêmên Kurd bibe wesîleya azadî, aramî û pêşveçûneke zêdetir.”

Mesrûr Barzanî wiha got, “Em hêvî dikin ku peyman bibe destpêka pêkanîna mafên rewa yên hemû pêkhateyan û vegera “bi rûmet” a koçberan.”

Mesrûr Barzanî bi berdewamî wiha got, “Piştgiriya gelê Kurdistanê li tevahiya cîhanê û bi taybetî rola Birêz Serok Barzanî ya di bidawîkirina aloziyan de û pejirandina rêya diyalohê ji bo çareseriya bi kok a pirsgirêkan, cihê şanaziyê ye.”