Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Pasûrê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin: Divê demildest şer bidawî bibe

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Pasûrê ya Amedê li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Li navçeya Pasûrê ya Amed, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê ku li Kolana Cengiz Topel hat dayîn de, daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin.

Rêveberiyê DEM Partiyê yê navçeya Pasûrê Asim Ozgen, diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyek hebûn û nebûnê de dijî.

Ozgen, destnîşan kir ku ji ber dorpêça li Rojava, zarok ji sermayê dimirin û gel bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ozgen, diyar kir ku zîhniyeta DAÎŞ'ê bi armanca têk birina îradeya gel tê destekkirin.

Ozgen, da zanîn ku gelê Kurd dê dev ji daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bernede û banga yekîtî û berxwedana hevpar kir.

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.