Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê dewam dikin
Li gelek nuqteyên Başûrê Kurdistanê, kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava dewam dikin. her roj kampanyayeke nû destpê dike.
Li gelek nuqteyên Başûrê Kurdistanê, kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava dewam dikin. her roj kampanyayeke nû destpê dike.
Bi pêşengtiya Walîtiya Helebce û bi beşdariya hemû sazî, dezgeh û rêveberiyên bajar, di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, kampanyayek girseyî ya komkirina alîkarî û hevkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin.
Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Em ji nêz ve xema gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê hîs dikin. Em nikarin li hember xemgînî û birînên xizmên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek neteweyî û girseyî radigihînin.
Nuxşe Nasih bang li hemû welatiyan kir ku bi ruhek netewî beşdarî kampanyayê bibin.