Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Silopiyayê bîranîna Taniş û Denîz: Êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Di salvegera windakirina di binê çavan de ya Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bîranîn hate lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Bîranîn li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê hate lidarxistin û xizmên windayan, Dayikên Aştiyê nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tevlî bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Hhevseroka DEM Partiyê ya Silopiyayê Besê Cevîz axivî û anî ziman ku rêveberên HADEP'ê bi rêk û pêk hatin hedefgirtin û nerazîbûn nîşanî parastina kiryaran da. Besê Cevîz banga rûbirûbûna bi heqîqetê û aştiya civakî kir.

Bêrîvan Denîz keça Ebûbekîr Denîz û Şûayîp Taniş bavê Serdar Taniş nerazîbûn nîşan dan ku edalet bi cih nayê anîn. Şûayîp Taniş xwest berpirsyar bêne darizandin û ji bo Rojava banga piştgiriyê kir.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî bal kişand ser êrişên li ser Rojava û got, "Ev êriş qedera Kurdan nîne."

Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku li gel gotinên agirbestê jî li qadê êriş dewam dikin û got, "Em ê ti tiştî ji bîr nekin. Em ê keziyên hatin birîn, zarokên li naverastê qefilîn, Ebûbekîr, Serdar ji bîr nekin. Heta ku hesabê van komkujiyan hemûyan bipirsin em ê têbikoşin."

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.