Li Wargeha Mexmûrê çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di berdewama çalakiyên ji bo piştevaniya ji Rojavayê Kurdistanê re, bi wesayîtan meşek hate lidarxistin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya bersivdayîna seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, şev û roj li ser lingane.

Di berdewamiya çalakiyên 24 saetî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk a dagirker hatîn destpêkirin de, şêniyên wargeha Mexmûrê bi wesayîtan li dora wargehê geriyan.

Şêniyên Mexmûrê dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’ bilind dikirin.