Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ber bi Rojava ve bi rê ketin

Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ji bo xwedî derketina li Şoreşa Rojava, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin.

Bi merasîmekê li Ranya komek ciwanên Ranya û Hacîawa ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Dayîka Pêşmergeyekê ya bi navê Esmer Resûl axivî û got: “Em li vir kom bûne ku zarokên xwe ber bi Rojava ve bi rê bikin. Kurê min û hevalên xwe diçin, em jî piştgiriya wan dikin.”

Ciwanê bi navê Ala Cemal ku biçe Rojava axivî û got: “Rojane dîmenên bi êş tên pêşiya me, ji bo wê me biryar da ku biçîn Rojavayê Kurdistanê.”

Ciwanê din ê bi navê Rehend Tahir axivî û got: “Weke erk û berpirsyarî me berê xwe da Rojava. Ev erkekî exlaqî û mirovî ye.”