Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin
Xelkê Silêmaniyê giliyê melayê ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kir, hate kirin.
Xelkê Silêmaniyê giliyê melayê ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kir, hate kirin.
Bi dehan çalakvan û xelkê Silêmaniyê li ber derê serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kom bûn û bêrêziya li hemberî şervanên jin a ji aliyê hinek melayên Başûr ve şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Dana Nurî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ê îro li Dadgeha Silêmaniyê giliyê melayek bikin. Ji ber ku berovajiyê hemû yasayên navneteweyî û ol, bêrêzî li hemberî cenazeyê şervanên şehîd dike. Ew melayê ku em ê giliyê wî bikin, êrişên çekdaran ên ser taxên Kurdan û komkujiyan rewa dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî gelê me xwedî planên mezin û metirsîdar in, yasayên navneteweyî binpê dikin û kesên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hene, qetil dikin. Divê hikumet, Wezareta Ewqaf û aliyên peywendîdar rê li peyamên kesên bi nerênî diaxivin bigirin. Divê rê nedin medya van peyamên ku zirarê dide derûniya welatiyan belav bikin.”