DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin

Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), li Dêrsimê li gel vêxistina çirayan êrîşên çeteyên paramîlîter ên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk protesto kirin.

Çalakî li Gola Çetû hate lidarxistin û di serî de Elewî ji hemû gelan re banga têkoşînê hate kirin.

Çalakî bi şîara; ‘’Em canên xweyên hatine qetilkirin bi bîr tînin û li hemberî tarîtiyê çirayab vêdixin’’ hate lidarxistin û Rêvebera Navenda Giştî ya DAD’ê Hulya Bozkûrt di çalakiyê de axivî û diyar kir ku zulm ji serdema Kerbelayê ve ye berdewam dike û mezlûm ji ber polîtîkayên yekperest û emperyalîst tên hedefgirtin.

Hulya Bozkûrt piştre anî ziman ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê komkujî û tehcîrê ne û diyar kir ku di navbera gotinên aşitiyê yên li Tirkiyeyê û polîtîkayên li Sûriyeyê tên meşandin de nakokî heye û ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de Elewî em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî komkujî û polîtîkayên tehcîrê bêdeng nemînin û  yekîtiya demokratîk pêk bînin û li gel têkoşîna birêxistinkirî  parastina jiyana hevpar bikin.’’

Çalakî li gel vêxistina çirayan û belavkirina loqmeyan bi dawî bû.