Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel got, "Ya ku sala 2014’an bi serê Şengalê hatî bi serê taxên Helebê de jî anîn."
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel got, "Ya ku sala 2014’an bi serê Şengalê hatî bi serê taxên Helebê de jî anîn."
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ji ANF’ê re axivî û got, ‘’Şerê ku li Helebê hatî kirin derveyî exlaqê mirovahiyê bû, her kesî û di serî de civaka navnetewî çavên xwe ji hovîtiya HTŞ’ê û delweta Tirk re girtin. HTŞ’ê bi zihniyeta DAÎŞ’ê şer li hemberî Kurdan û taxên wan meşand. Ya ku sala 2014’an bi serê Şengalê hatî bi serê taxên Helebê de jî anîn.
Plana ku li ser taxên Helebê hatî kirin, planeke navnetewî bû û serkêşê wê jî dewleta Tirk a dagirker û Emerîka bûn. Her kes Colanî û hikûmeta nû ya Sûriyê nas dike. Bi salan di nava çeteyên DAÎŞ’ê de cih girtin, îro Emerîka bi fermî ew kiriye serokê dewletê. Ev yek xeteriya li ser gelan û kêmnetewan zêde dike, çawa xwestin Elewiyan û Durziyan qir bikin niha jî dixwazin Kurdan qir bikin û tola şkestina DAÎŞ’ê ji Kurdan hilînin.’’
‘ÊŞA ME Û ROJAVA YEK E’
Neam Bedel ev tişt jî anî ziman, “Colanî bi desteka dewleta Tirk dixwaze tevahiya Rojava dagir bike û gelê li heremê koçber bike û ji axa wan dûr bike. Ev planeke demdirêj e. Lê di taxên Helebê de hate diyarkirin ku gelê Kurd û civaka wê ti carî li hember vê hovîtiyê çok natewîne û teslîmiyetê qebûl nake, gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ev yek da îsbatkirin. Em weka civaka Êzidî ya Şengalê di her şert û mercî de bi xelkê Rojava re ne.”