Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

Berfa ku zêde dibare li Kurdistanê bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Li zozanên Lolanê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê agahî ji 21 kesan nayê wergirtin.

BERF

Li gorî agahiyan ji doh êvarî ve, li zozanên Lolan ên ser bi navçeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, barîna berfê destpê kiriye û heya niha jî dewam dike. Hate zanîn ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Derbarê nasnameya wan de agahî nehatine standin, dibe ku ew kes koçer bin yan jî geştiyar bin.

Li herêmê ji ber barîna berfê rêya gelek gundan hatiye girtin.