Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê ji ber lehiyê dîwarê malekê hilweşiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

LI KURDISTANÊ LEHÎ

Li Iraq û Herêma Kurdistanê du roj in baranek zêde dibare. Ji ber baranê li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê lêhî çêbûye û di çûn û hatina wesayîtan de astenî çêdibin.

Danê siharê jî baranek zêde li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyeyê bariya û hîn jî dibare. Ji ber barana zêde li navenda Çemçemal lêhî çêbû, av kete nava gelek malan.

Tê gotin gelek wesayît jî di nava avê de mane û rêya sereke ya navbera Çemçemal û Silêmaniyeyê jî hatiye girtin.

Li gorî agahiyan li bajarokê Şoreş ya ser bi Çemçemal jî lêhî rabû û av kete nav tax û malan. Welatî banga alîkariyê dikin, tê gotin dîwarê malekê herifiye, welatiyek binde maye û jiyana xwe ji dest daye.