Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 875’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 875’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 171’an û di roja 875’an de didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiyê nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 170’an çalakvanê bi navê Mehmet Salih Kadûnî daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: “Bi navê koma çalakvanan, em xêrhatina tevahî gelê amade dikin. Ev zêdeyî 3 salanin em di çalakiya nobetê de. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê çalakiyê de ne. Divê ji bo azadiya Rêber Apo, çi erk bikeve ser milên me emê bikin. Em xwedî li banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derdikevin. Em serkeftinê ji koma nû re dixwazin”.
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hate kirin.