Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn
Şêniyên taxa Xebat a Hewlêrê, zilma PDK’ê yên li ser welatiyên gundê Lacanê protesto kirin. Çalakvanan li gelek deverên navçeyê agir pêxistin û hin avahiyên PDK’ê hedef girtine.
Şêniyên taxa Xebat a Hewlêrê, zilma PDK’ê yên li ser welatiyên gundê Lacanê protesto kirin. Çalakvanan li gelek deverên navçeyê agir pêxistin û hin avahiyên PDK’ê hedef girtine.
Şêniyên taxa Xebat a Hewlêrê li dijî polîtîka û pêkanînên PDK’ê yên li dijî welatiyên gundê Lacanê çalakî li dar xistin. Çalakvan li navenda navçeyê kom bûn, li gelek deveran agir pêxistin û gelek avahiyên PDK’ê yên li navçeyê şewitandin.
Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin nîşan dide ku çalakvan agir berdidin hin avahiyan. Her wiha hat ragihandin ku PDK'ê hêzeke mezin şandiye herêmê.
Çalakvanan diyar kirin ku li dijî welatiyên gundê Lacanê sûc hatine kirin û destnîşan kirin gundî ji aliyê hêzên PDK'ê ve ber bi sînorê Enfalê ve tên şandin. Hat ragihandin ku çalakiyên li navçeyê berdewam dikin.