Gel bi alên KCK’ê, wêneyên Rêber Apo û şehîdan bi kelecaneke mezin li qada şahiyê kom bû.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji Hevserokatiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa peyama Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê xwend.
Lavan Mistefa eşkere kir ku 27’ê Mijdarê ne tenê damezirandina partiyekê ye, belkû werçerxeke ji tarîbûnê ber bi ronîbûnê ve ye û got: “Şikandina gorê bû ku ji bo Kurdan hatibû danîn. PKK felsefeyeke jiyana nû bexşand ku têde kesayeta Kurd fêr bû ku çawa serbilind bijî.”
Lavan Mistefa anî ziman ku vê tevgerê hemû sînor derbas kirin û got: “Bi projeya netewa demokratîk û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû nasnameya azadî ji bo hemû Rojhilata Navîn.”
Herî dawî peyamê de hate diyarkirin ku PKK bi qasî hêza şere ewqasî xwedî îradeyeke ya aştiyê ye û ev hate gotin: “Aştiyeke bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêş nakeve. Nexşeya çareseriyê Îmralî ye.”
Piştre hunermend Ferman Hewramî, Îbo Qamişlo û Koma Awazê Çiya derketin ser dikê û bi stranan coş dan beşdaran.