Mesud Barzanî: Em amade ne piştgiriyê bidin pêvajoyê

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî diyar kir ku Rêber Apo di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên girîng avêtine û spasiya Rêber Apo kir.

MESUD BARZANÎ

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesud Barzanî ji bo beşdariya Sempozyûma Melayê Cizîrî, serê sibê di Deriyê Sînor ê Xabûrê re hat Cizîrê. Mesût Barzanî li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û rêveberên DEM Partiyê yên Şirnexê ve hat pêşwazîkirin.

Piştre ji bo beşdarbûna sempozyomê Mesud Barzanî û heyeta DEM Partiyê derbasî otela sempozyûm lê tê lidarxistin bûn.

Li vir Serokê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî axivî û di destpêka axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî hemû beşdaran kir û piştre ji helbestên Melayê Cizîrî çend rise xwend.

Mesud Barzanî li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” rawestiya û destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş in ku pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin û wiha got: “Em spasiyên xwe ji hemû aliyên piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê re dikin. Bi taybetî em spasiyên xwe ji birêz Ocalan û birêz Serokomar Erdogan re dikin. Her wiha tişta bikeve ser milê me em amade ne ku alîkariyê bidin.”

Mesud Barzanî û heyeta pê re dê serdana Medreseya Sor û Gora Mem ê Zînê bike.

Sempozyuma ku ji 17 rûniştinan pêk tê, wê şev bi dawî bibe.