Encamnameya Konferansa Ciwanên Başûr hate ragihandin
Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bi dirûşmeya ‘Sosyalîzma Demokratîk Bi Ciwanên Rêxistinkirî Dê Bi Ser Bikeve’ hat lidarxistin, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.
Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bi dirûşmeya ‘Sosyalîzma Demokratîk Bi Ciwanên Rêxistinkirî Dê Bi Ser Bikeve’ hat lidarxistin, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.
Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê di bin pêşengtiya Rêxistina Yesna de bi dirûşmeya ‘Sosyalîzma Demokratîk Bi Ciwanên Rêxistinkirî Dê Bi Ser Bikeve’ û bi beşdariya zêdetirî 100 ciwanên ji bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, li hotêla Dawa ya li Silêmaniyê danê sibehê destpê kir.
Encamnameya konferansê ji aliyê Dilvîn Şêrewan ve hate xwendin.
Di encamnameyê hate destnîşan kirin ku bi tevlîbûna hemû ciwanên ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Sosyalîzma Demokratîk bi Ciwanên Rêxistinkirî re Dê Bi Ser Bikeve’ konferansek hat lidarxistin.
Hate diyar kirin ku divê bi raman û nêrîneke ciwanan li pirsgirêkên civakê bên nîqaşkirin, ciwan jî raman û nêrînên xwe li ser mijarê hebe û ev hate gotin: “Ciwan xwedî xwedî roleke dîrokî heye li ser mijaran. Divê nasnameya ciwanan lê bê vegerandin ku ji destan hatiye girtin. Armanca me ya serke ji vê konfernasê ewe ku di demekê de pirsgirêkên ciwanan pirin, bên nîqaşkirin.”
Di konferansê de encamên hatin derxistin wiha hate rêzkirin.