Di çalakiya li Hewlêrê de welatiyek hate qetilkirin

Li ser rêya Guwêr a li Hewlêrê, bi daxwaza afirandina derfetên kar çalakî hate lidarxistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de welatiyek hate qetilkirin.

Di saet 13:00’an de bi daxwaza derfetên kar, gelek welatiyên ku ji eşîreta Herkî ne, li ber Kompanya Lanaz ya petrolê ku yek ji kompanyên binemala Barzaniye, dest bi xwepêşandanê kirin.

Piştî xwepêşanderên ku hejmara wan zêdetirî 400 kes bûn, gihiştin ber deriyê kompanyê, rê li trafîkê girtin.

Çekdarên ku parastina kompanyê dikin gule li xwepêşanderan barandin. Li gor agahiyên despêkê xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.