Li Mahabadê mirina bi guman a girtî Ebdulhadî Şêxpur

Li Girtîgeha Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê girtiyê bi navê Ebdulhadî Şêxpur li şûna ku bê berdan, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku girtiyê Kurd yê bi navê Ebdulhadî Şêxpur ê xelkê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, Ebdulhadî ji ber ku nehatiye tedawîkirin jiyana xwe ji dest daye û hate gotin; “Tevî dema girtina Ebdulhadî ew 3 roj bûn temam bibû, lê nedihat berdan. Herwiha rewşa wî ya tenduristiyê jî ne baş be, lê tevî vê jî rayedarên girtîgehê wî ne dişandin nexweşxaneyê.”