YNK û PDK cara 14'an li hev rûniştin

Hevdîtina navbera YNK û PDK'ê ya li Hewlêrê bi dawî bû. Ti daxuyanî nehate dayin.

Di çarçoveya hevdîtinên ji bo avakirina hikumeteke nû ya Herêma Kurdistanê de heyetên YNK û PDK'ê îro li bajarokê Pîrmam ê Hewlêrê careke din li hev rûniştin. Li ser naveroka hevdîtinê hîn agahî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Heyetên YNK û PDK'ê bi vî rengî cara 14'emîn li hev kom bûn ku hikumeta herêmê ava bikin.

Di hevdîtinên beriya niha de aliyan li hev nekiribûn. Di 20'ê Cotmeha 2024'an de serdema şeşemîn a Parlamenta Herêmî ya Kurdistanê hatibû hilbijartin, lê belê ji hingî ve hikumeteke nû li herêmê nehatiye avakirin.