Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin
Teziya gerîlayê HPG’ê Hacî Başaran (Çiya Farqîn) ku li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Farqîna Amedê bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin.
Teziya gerîlayê HPG’ê Hacî Başaran (Çiya Farqîn) ku li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Farqîna Amedê bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), li gundê Etşa yê navçeya Farqînê ya Amedê serdana teziya gerîlayê HPG’ê Çiya Farqîn (Hacî Başaran) ku di 25’ê Adara 2018’an de li Heftanînê şehîd bû kirin.
Girseya ku ber bi mala teziyeyê ve meşiya dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.
Apê Hacî Başaran, Hasan Başaran di teziyê de axivî û got ku ew kesên di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de şehîd bûne bi minetdarî bibîr tîne.
Hasan Başaran got, “Hebûna wan weke ku tovek li nava axê bê avêtin e, em bi wî awayî şên bûne. Hemû jî bi saya van hevalên me yên di zindanan de û di serî de bi saya Rêber Apo ye. Bi 6-7 kesan dest pê kirin, îro bûne bi mîlyonan. Îro hemû cîhan qala Kurdan dike. Bila baweriya me ya li hember hev xurt be.”