Li Rojhilat di protestoyan de gelek kes hatin qetilkirin

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, protestoyên ku li dijî xirabbûna aboriyê dest pê kirine bi hêz berdewam dikin. Li bajarên Melekşa, Şîraz û Hemedanê gelek kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin.

Hate ragihandin ku li bajarê Melekşa yê ser bi parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di protestoyên li dijî bihabûna jiyanê de, di navbera xwepêşanderan û hêzên Îranê de pevçûnên mezin derketine. Li gorî çavkaniyan, di van pevçûnan de 7 kes hatine qetilkirin.

Heta niha hejmara birîndaran nehatiye diyarkirin, lê pevçûnên qewimîne ji aliyê medyaya hêzên leşkerî yên Îranê ve hatin piştrastkirin. Lê belê, derbarê kesên hatine qetilkirin de tu agahî nehatin parvekirin.

Li aliyê din, li bajarên Şîraz û Kazrûnê jî protesto berdewam dikin. Çapemeniya fermî ragihand ku kesek hatiye qetilkirin. Li paytext Tehranê jî, ji ber bertekên li dijî rejimê, gelek esnafan dikanên xwe venekirin û derabe girtin.