Li Îlamê 4 Kurd hatin qetilkirin, 30 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, li bajarokê Melekşahê herî kêm 4 Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.

Roja 28’ê Kanûna 2025’an ji ber qeyrana aborî, siyasî û civakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan ddestpêkirin. Xwepêşandan di roja 8’an de berdewamin û her diçe belav û berfireh dibin.

Li gorî Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di xwepêşandanên girseyî yên li bajarokê Melekşah ê ser bi bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê de, 4 xwepêşanderên Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin qetilkirin.

Hate diyarkirin ku navê welatiyên hatine qetilkirin Reza Ezîmzade, Fariz Aqa Mihemedî, Mihemed Bizwene û Mehdî Îmamîpûre.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku di heman xwepêşandanan de herî kêm 30 kes di encama êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Melekşahî û Îlamê, bijîşkên her du navendên tenduristiyê bangek lezgîn kirin û gotin ku pêwîstiya wan bi xwîn û bijîşkên pispor hene.

Li Melekşahî hewayek ewlehiyê ya tund serdeste û tevî belavkirina berfireh a yekîneyên taybet û hêzên pasdarên şoreşê li ser rêyên nexweşxaneyê jî, xelk li dora navenda bijîşkî kom bûne û dernakevin.

Hêzên yekîneya motorsîkletan ên ser bi rejîma Îranê gelek caran hewl dane ku bikevin nexweşxaneyê û birîndaran binçav bikin, lê rastî berxwedana gel û karmendên nexweşxaneyê hatine.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, li Melekşahî xwepêşander ketine nav ofîsa Îmam Xumeynî û avahiya Saziya Şehîdan. Di navbera xwepêşander û hêzên navendê de pevçûn derketiye û di encamê de endamê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê Letîf Kerîmî hatiye kuştin û du xwepêşanderên Kurd birîndar bûne.