Bi hinceta protestoya 'Tişrînê' endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

Bi hinceta ku êrişên li ser Bendava Tişrînê şermezar kiriye, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Gungen bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kete ber lêpirsînê.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya MêrdîNê de Gungen bi parêzerên xwe li Sêrtê îfade da.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Aştiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê weke hincet ji bo lêpirsînê hate nîşandan ku hingî Gungen Hevserokê Şirnexê yê DEM Partiyê bû.

Gungen anî ziman ku daxuyaniya navborî di çarçoveya bernameya partiyê de hate dayin û diyar kir, di demekê de ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rojevê de ye lêpirsîna hate destpêkirin li dijî ruhê pêvajoyê ye.

Gungen destnîşan kir ku heta bi gelê Rojava re aştî û diyalog neyê danîn aştiyeke rasteqîn pêk nayê û got, "Di navbera me de tenê têl hene. Zimanê me, çanda me, jiyana me yek e. Nepêkane ku em ji wan cuda bijîn."