Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

Mamostayên Parêzgeha Xozistan ya Îranê bi daxuyaniyekî banga mezinkirina xwepêşandanan kirin.

Her diçe çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de 105 mamosteyên Parêzgeha Xozistan ya Îranê daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejarî, neyeksanî û têkdana sîstema perwerdeyê jiyana bi milyonan kesî xistiye nava aloziyê û ev gotin: “Weke hilgirên meşaleya hişyariyê nikarîn li hemberî girtina hêviyên nifşên pêşerojê bêdeng bimînin.”

Mamosteyên daxuyanî îmze kiribûn bang li hemû mamosteyan kir ku cihê xwe di rêzên xwepêşanderan de bigirin û got: “Li gorî wan tenê yekgirtin dikare dîwarên bêdengiyê hilweşînin, rêya guherîna rasteqîn ya li welat vekin.”