Hêzên dewleta Îranê di 11 rojan de 12 xwepêşander qetil kirin
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di 11 rojên xwepêşandanan de 12 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 200 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di 11 rojên xwepêşandanan de 12 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 200 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Rêxistina Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê nasnameya xwepêşanderên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û binçav kirin raporek weşand.
Li gorî raporê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve, zêdetirî 12 xwepêşanderên Kurd li Îlam, Kirmaşan û Loristan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine qetilkirin.
Her wisa li gor raporê, zêdetirî 200 xwepêşanderên Kurd li Îlam, Kirmaşan, Loristan, Sine, Tehran û Xorasana Bakur hatine binçavkirin.
Her wisa hate ragihandin ku, ji destpêka xwepêşandanan ve li Îlam, Kirmaşan û Sineyê 20 zarokên di bin 18 salî de hatine girtin û rastî êrişên zayendî hatine.
Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Kanûna 2025’an de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber krîza aborî, siyasî û civakî xwepêşandanan li dijî rejîma Îranê destpê kirin. Tevî ku hêzên rejîma Îranê bi awayek hovane û dirindane bi çekan êrişî xwepêşanderan dike, xwepêşanderan qetil dike, birîndar dike, binçav dike, direvîne jî, lê hêrsa gel ya li dijî rejîma Îranê kêlî bi kêlî zêdetir dibe û bi vî awayî xwepandan roj bi roj li bajar û navçeyan belav dibin.