Talebani: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne

Serokê YNK’ê Bafil Talebani tekildarî hişyarî da hikûmeta demkî ya Şamê û got, “Hêzên me ji bo parastina gel amade ne. Pirsgirêk divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebani tekildarî êrişên çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand.

Bafil Talebanî got: “Hêvîdarim hemû alî xwe aramiyê hilbijêrin, bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin, bi rêya diyalogê û berpirsiyarî pirsgirêkan çareser bikin.”

Di peyama xwe de Bafil Talebanî got; “Em bi dilgiranî bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dişopînin, di vê dema giran û dijwar de dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêvîdarim hemû alî xwe aramiyê hilbijêrin, bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin, bi rêya diyalogê û berpirsiyarî pirsgirêkan çareser bikin. Ez piştgiriya her cûre hewldanek ji bo asayîkirina rewşê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dikim.”