Gelê Başûr ji bo Rojava ser piyan e
Li hemberî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî çeteyên DAİŞ û cureyên wê li ser Rojava didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê derketiye qadan.
Li hemberî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî çeteyên DAİŞ û cureyên wê li ser Rojava didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê derketiye qadan.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê ku çeteyên DAİŞ û cureyên wan li xwe girê dide û bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirk artêşeke çete ava kiriye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Piştî bangên seferberiyê yên ji bo herêmê, gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava rabû ser piyan. Li Silêmanî û Hewlêrê bi çalakiyan hemdem, li Kelar, Kerkûk û Zaxo jî gel êrîşên çete protesto kirin û peyamên piştgiriyê ji Rojava re dan.
ZAXO
KERKÛK
KELAR