Polîsan êrîşî meşa Wanê kirin: Nêzîkî 100 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî meşa li Wanê ya ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin, kirin. Di nav de hevserokên DBP, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz hebûn nêzî 100 kes hatin binçavkirin.