Li Hewlêrê bi sedan kes heta balyozxaneya Emerîkayê meşiyan

Bi sedan Kurdên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê çalakî lidarxistin, dirûşmeyên piştgiriya berxwedana gelê Kurd li dijî êrişan û şermezarkirina bêdengiya Emerîkayê berz kirin.

Bi sedan şêniyên gelê Krud li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê çalakî li darxistin û hêrsa xwe li hember helwesta Amerîkayê ya li beramber êrişên li dijî Kurdên Rojava nîşan da.

Şêniyan li pêş balyozxaneyên dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd ê Rojava berz kirin û gotin ew piştgiriyê didin seferberiya giştî û berxwedana ku li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker tê kirin.