Li Mexmûrê gel doh bi şev li qadan bû

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê gel doh bi şev li dijî êrişên çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz ên li ser Rojava li qadan bû.

Nerazîbûn û çalakiyên dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên bi serokatiya Ehmed Şera yên li ser Rojavayê Kurdistanê li seranserê Kurdistan û cîhanê dewam dikin.

Divê çarçoveyê de penaberên li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev daketin kolanan û êrişan şermezar kirin.,

Xelkê wargehê heya derengiya şevê meşiyan û dirûşmeyên dilsoziya bi xelkê Rojava re qêriyan.