Xelkê Şengalê ji bo Rojava li qadan e

Ciwanên Şengalî weke li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi Rojava re li qadan bû.

Doh bi şev xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Şengalê hemwextê parçeyên din ên Kurdistanê daketin kolanan û piştgiriya xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re ragihandin.

Wêneyê Colanî ku fermana qetilkirina Kurdan û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê daye, ji aliyê ciwanên Êzidî ve hate şewitandin û dirûşmên piştgiriyê hatin dayîn.

Xelkê Xanesorê jî bi piştgiriya jinên ciwan ên Şengalê daketin kolanan û amadebûna xwe ya ji tevlîbûna seferberiyê re ragihandin.

Ciwanên Êzidî bênavber dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Rojava’ gotin.

Piştre girseya gel bi karwaneke seyareyan li nava Xanesorê geriyan û xwestin herkes tevlî berxwedana Rojava bibin.

Ciwanên Êzidî doh jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibûn ew amadene tevlî seferberiya ji bo Rojava bibin.