Ji Meclisa Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bangewaziya lezgîn

Meclisa Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Colanî yên li ser Rojava bangewaziya meşeke lezgîn kir.

Meclisê destnîşan kir ku gelê Rojava bi pêvajoyeke navneteweyî ya qirkirin, wêrankirin û tunekirinê re rû bi rû ye û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, em hemû gelê Başûrê Kurdistanê, herêmên nakok û hemû bajarên Kurdistanê bi dirûşma ‘Em ê yan bi hev re bijîn an jî bi hev re bimirin’ ji bo meşeke girseyî ber bi Rojava ve amade bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû partiyên siyasî hate kirin ku beşdarî çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin. Her wiha bang li saziyên medyayê jî hatin kirin ku di çarçoveya peyameke hevpar de bibin beşek ji vê çalakiya girseyî.

Wekî din, bang li Kurdên dîasporayê hate kirin ku ji bo parastina jiyana xwîşk û birayên xwe yên li Rojava, beşdarî çalakiyên girseyî, dîplomatîk û siyasî bibin.

Meclisê ragihand ku cih û saeta destpêka meşê sibê dê were eşkerekirin.