Gelê Silêmaniyê wê ber bi Rojava ve bimeşe

Di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de, ji Silêmaniyê karwanek gel wê sibe berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê ragihand ku şervan û gelê Rojava biryara berxwedanê dane, wek Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê divê yekdengî û yekrêziya xwe nîşan bidin û beşdarî seferberiya giştî bibin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya beşdarbûna seferberiya giştî de, wê karwanê yekem yê gel sibe li ber Hola Tewar ya bajarê Silêmaniyê saet 07:00’an de kom bibe û berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.