BI DÎMEN

Li Başûr dengê 'Rêya Rojava vekin’ bilind dibe

Pêşmergeyekî di xwepêşandanekê de li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên li ser Rojava axivî û ji rêveberiya herêmê xwest ku ji bo 'piştgiriya Rojava' rêyan vekin. Kesekî din jî got, 'Rê bidin me, em biçin Rojava.'

Gelê Başûrê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan li dijî êrîşên dagirker ên li ser Rojava ku ji aliyê çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin û girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne, daketin kolanan.

Girseyê hem hêrsa xwe nîşan da û hem jî xwest ku rê ji bo derbasbûna Rojava werin vekirin.

Pêşmergeyekî di xwepêşandanê de axivî, got:

"Em dixwazin bi can, xwîn û canê xwe li kêleka xwişk-birayên xwe yên li Rojava bisekinin. Em her tim di xizmeta welatê xwe de ne. Ez bang li Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesûd Barzani û Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kubat Talabanî dikim: Rê vekin. Xwişk û birayên me li Rojava ne; werin em ji bo her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin wan."

Welatiyek din jî vîdyoyek parve kir û bang li rayedaran kir ku rê vekin da ku ew bikaribin biçin Rojava û tevlî berxwedanê bibin.