Eniya Helwest ji bo Rojava bang li parlamentê kir
Eniya Helwest bang li hemû partî û fraksiyonên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir ku sibe saet di 11:00 de li Parlamenta Herêma Kurdistanê bicivin.
Eniya Helwest bang li hemû partî û fraksiyonên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir ku sibe saet di 11:00 de li Parlamenta Herêma Kurdistanê bicivin.
Hizba Eniya Helwest ya bi serokatiya Elî Heme Salih, dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’ê bang li parlamenteran kir ku sibe saet 11:00’an li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kom bibin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên siyasî û fraksiyonên di nava parlamentoyê de hate kirin ku sibe li parlamentoyê amadebin.
Eniya Helwest di daxuyaniya xwe de ragihand ku wana ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê nexşerêyek amadekirine, divê li ser asta Herêma Kurdistan, Ewrupa û Amarîkayê di demek herî nêzîk de dest bi xebatê bikin.