ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCÊ Cejna Êzî pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzdîya li Ewropa (KCÊ) Cejna Êzî pîroz kir û got “Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya ji bo hemû gelê me û gelên cîhanê.” -
Tifaqa Ked û Azadiyê nerazîbûn nîşanî cezakirina Îmamoglû da
Tifaqa Ked û Azadiyê got, "Cezayê ku li Îmamoglû hatiye birîn siyasî ye, em qebûl nakin." -
TCŞ û TekoJIN: Ji bo Rêbertî em dakevin qadan!
TCŞ û TekoJIN'ê gotin, "Em we vedixwînin ku di 17'ê Kanûnê de li dora Rêberê xwe em xeleka ji agir ava bikin û dakevin qadan." -
Cenazeyê gerîla Nîzamettîn Gokalan li Amedê hat veşartin
Cenazeyê gerîla Nîzamettîn Gokalan ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li peyarêya Goristana Kîlyos hatibû veşartin ji wir hate derxistin û li Amedê hate veşartin. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe dîsa serlêdanek kirin. -
ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
2 sal û 7 meh û nîv cezayê hepsê li Îmamoglû hat birîn
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji doza ku dihat darizandin 2 sal û 7 meh û nîv ceza girt. -
Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
Baroya Şirnexê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ateş serlêdan kir. -
Di Nobeda Edaletê de tecrîd hat protestokirin
Xizmên girtiyan di Nobeda Edaletê de tecrîda girankirî ya li Îmraliyê protesto kir. -
Piştî 23 salan hestiyê birayê xwe wergirtin
Nûman Gokalan piştî 23 salan hestiyê birayê xwe wergirt. Ev hestî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di binê peyarekê de hatibûn veşartin. -
Baroya Amedê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da -HATE NÛKIRIN
Baroya Amedê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê da. -
Li Mersînê qirkirina siyasî: 9 kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Mersînê de Hevserokên HDP'ê yên navçeya Akdenîz û Toroslarê jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin. -
Rojnamevan Aygul hate destgîrkirin
Bi hinceta ku derbarê tacîzê nûçe çêkiriye, rojnamevan Sînan Aygul hate destgîrkirin. -
ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên girtiyan tecrîda Îmraliyê protesto kirin
Xizmên girtiyan tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gul berdan nav Gola Kuçukçekmece. -
Êrîşa li ser TTB'ê û dîlgirtina Fîncanci hate şermezarkirin
Êrîşa li ser TTB û Şebnem Korûr Fîncanci hate şermezarkirin. Doktoran gotin, "Kes nikare bi me gavê paşde bide avêtin." -
Xizmên girtiyan: Bi kuştina Kurdan hûn nikarin biqedînin!
Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê domandin gotin, ''Bi kuştina Kurdan hûn nikarin biqedînin! Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin." -
Nijadperestan êrîş birin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Keçîorenê
Kes an jî kesên nijadperest nivîsa "Her şad be yên ji xwe re dibêje: Ez Tirk im" li ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Keçîorenê nivîsandin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
Malbata Şenyaşar: Gel bi me re ye
Malbata Şenyaşar “Kesên qetlîam kirine xwe dispêrin hêza siyasî lê gel bi me re ye.” -
Endamên Goç Îz-Der ên 6 meh in girtî ne, derdikevin pêşberî dadger
Endamên Goç Îz-Derê yên ku bi operasyonekê hatin girtin, piştî 6 mehan derdikevin pêşberî dadgeriyê. Di îdîanameyê de karê komeleyê weke sûc tê nîşandan. -
Yolerî: Mijûl nekin, sererast bikin
Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî bal kişand ser gotinên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û diyar kiribû, wê têkildarî girtiyên nexweş guhertineke nû bikin û got, "Soza xwe bi cih bînin. Em sererastkirinê dixwazin." -
ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di doza girtina HDP’ê de wê dozger bi devkî daxuyaniyekê bide
Derbarê doza girtina HDP’ê de, di rûniştina 10’ê Çileyê ya Dadgeha Makeqanûnê de wê Serdozgerê Saziya Daraê Bekîr Şahîn bi devkî daxuyaniyekê bide. -
Di Nobeda Edaletê de ji bo meşa 18'ê Kanûnê banga tevlîbûnê hate kirin
Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku bi kêfî nayên berdan, ji bo meşa girseyî ya 18'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, tecrîda li girtîgehan bi dawî nabe."