Cenazeyê gerîla Nîzamettîn Gokalan li Amedê hat veşartin

Cenazeyê gerîla Nîzamettîn Gokalan ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li peyarêya Goristana Kîlyos hatibû veşartin ji wir hate derxistin û li Amedê hate veşartin.

Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de bi awayekî hovanê bi kepçeyan hatibû hilweşandin. 282 cenazeyên gerîlayên ku ji goristanê hatin derxistin, di qutiyên plastîk de li peyarêya Goristana Kîlyos a Stenbolê hatin veşartin. Li gel hewldan û nerazîbûnan jî gelek malbat nekarîn cenazeyan werbigirin.

Cenazeyê yek ji van gerîlayan jî yê Nîzamettîn Gokalan e ku di 14 Kanûnê de encama hewldanên bi israr de radestî malbatê hate kirin.

Malbatê cenazeyê Gokalan ji Stenbolê wergirt û li Amedê veşartin.

Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran  re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêzanê jî xwestin tevli merasîma definkirinê bibin.

 Beriya ku cenazeyê Gokalan bînin goristanê, polîsan goristan dorpêç kirin û nehiştin ku kesek tevlî merasîma definkirina cenazeyê bibe. Endamên malbatê yên ku dixwestin tevlî merasîma cenazeyê bibin jî polîsan li nasnameyên wan nihêrt û wisa destûr dan ku biçin goristanê.

 Piştî veşartina cenazeyê Gokalan, malbatê li Mala Şînê ya Erxeniyê ya li Peyasê şîna xwe danî.

Heta niha zêdetirî 20 malbatan cenazeyên xwe wergirtine, cenazeyên din hin jî bi awayekî hovane li Goristana Kilyosê ne.