Tifaqa Ked û Azadiyê nerazîbûn nîşanî cezakirina Îmamoglû da

Tifaqa Ked û Azadiyê got, "Cezayê ku li Îmamoglû hatiye birîn siyasî ye, em qebûl nakin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de hate gotin, "Cezayê girtîgehê yê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn û biryara qedexeya siyasî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Ev biryar hiqûqî nîne, biryareke siyasî ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev biryar dewama zordariya; desteserkirina îradeya gel a Şaredariyên HDP'î, betalkirina parlamenteriya HDP'iyan, qedexeya grevê, destwerdana li TÎS'ê, zexta li rewşenbîr, rojnamevan, sendîkavan, hunermend û muxalîfên siyasî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qeyûm, zext û qedexe mîna çoyekî dadgeriyê ji aliyê desthilatdariyê ve li hemberî muxalîfên siyasî ve tên bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdarî hewl dide tola siyasî ji şaredarekî hilîne ku bi dengê bi milyonan mirovî hatiye hilbijartin. Bi navê Tifaqa Ked û Azadiyê, em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî vê biryara ku gaveke siyasî ye, helwesteke hevpar nîşan bidin.

Em vê biryara nehiqûqî şermezar dikin û ji bo xwedîderketina li îradeya gel, banga mezinkirina têkoşîna hevpar li gel dikin."