ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina van êrîşan wê bêne şopandin.
- Pisporê fîzyolojiyê Dr. Sadat Abdullah Ezîz destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî divê navendek bê avakirin û got, "Bi rêya van çekan ku bi dehan salan xwedî bandor in, êrîş li paşeroja gelê Kurd tê kirin."
- Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî bal kişand ser gotinên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û diyar kiribû, wê têkildarî girtiyên nexweş guhertineke nû bikin û got, "Soza xwe bi cih bînin. Em sererastkirinê dixwazin."
- Endamên Goç Îz-Derê yên ku bi operasyonekê hatin girtin, piştî 6 mehan derdikevin pêşberî dadgeriyê. Di îdîanameyê de karê komeleyê weke sûc tê nîşandan.
- Nûnerên gelan ê li Minbicê gotin, ew zanin bê dewleta Tirk ji bo çi êrîş dike û destnîşan kirin kirin ku wê heta dawiyê li gel QSD'ê şer bikin û xaka xwe neterikînin."
- Xebatkarên Jin TV ên li Mexmûrê diyar kirin ku ew di xebatên xwe de hewl didin bedewiya jinê derxînin pêş û gotin, ji bo hemû cîhan rûyê rast ê dewleta Tirk bibîne divê jin kedek mezin bide.