Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe dîsa serlêdanek kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe dîsa serlêdanek kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî serlêdan kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Parêzeran di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan ji parêzeran re te gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.
Herî dawîn piştî ku qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya ku di 13’ê Nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê Cotmehê de qediya, hate diyarkirin ev qedexe bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.
Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd zêde bûn. CPT’ê di 3’ê Cotmehê de diyar kiribû ew çûne Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî.
Lê Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kiribû wan bihîstine ku di dema serdana CPT’ê de hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nehatiye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 29'ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Me bihîst ku di Îlona 2022'an de dema CPT çû Girava Îmraliyê rêzdar Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye."