Di doza girtina HDP’ê de wê dozger bi devkî daxuyaniyekê bide

Derbarê doza girtina HDP’ê de, di rûniştina 10’ê Çileyê ya Dadgeha Makeqanûnê de wê Serdozgerê Saziya Daraê Bekîr Şahîn bi devkî daxuyaniyekê bide.

Di doza girtina HDP’ê de wê Serdozger Bekîr Şahîn di rûniştina dozê ya di 10’ê Çileya 2023’an de bi devkî daxuyaniyekê bide.

Piştî vê rûniştinê wê rojeke ku hate diyarkirin wê HDP bi devkî xwe biparêze.

Raportorê Dadgeha Makeqanûnê wê agahî û belgeyan kom bike û rapora xwe ya li ser esasê amade bike.

Wê piştre re ev rapor pêşkêşî endamên Dadgeha Makeqanûnê were kirin û wê endam ji ser esasê daxwaza girtinê nîqaş bikin.

Heyeta Dadgeha Makeqanûnê ya ku 15 endamên wê heye, wê biryarê bide.