ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di mijara polîtîkayên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hişyarî da hikumeta Tirk: "Divê bi hesabên biçûk tevnegerin, şaşitiyan nekin; ev xetereyeke mezin e."
- Weqfa Danielle Mitterrand Xelata Danielle Mitterrand a îsal da "Damezrînerên utopyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
- Hevserokên KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê cejna xelkê Êzidî Cejna Êzî pîroz kir.
- Amara Ronahî ku ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe ji Dersimê koç bike, di nava PKK'ê de jiyana azad dît û sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû.